Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin

Parve bike:
STENBOL - Parêzerên Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku niha girtî ye, dê serî li AYM’ê bidin. 
 
Şaredarê Esenuyrt a Stenbolê di 30’ê cotmehê de hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Parêzerê Ozer, Hasan Sinar dê li dijî girtina ji peywirê û girtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide. 
 
Parêzer Sinar li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî da û got ku muwekîlê wî ji ber îdiayên razber û bêbingeh girtî ye, wan li dijî vê rewşê îtîraz kiribûn û herî dereng di nava mehekê de serî li AYM’ê bidin.