Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
- Rojane
- |
- 15 Mijdar 2024 09:52
- |
COLEMÊRG - Li qada Geliyê Diriyan a li navçeya Geverê operasyona leşkerî hae destpêkirin.
Li gundên Bilindbasan, Soryan, Dileze, Marê, Şahê, Pagengê û Şîşemzîn ên girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyon, li dijî Geliyê Diriyan hatiye destpêkirin û gelek leşker û cerdevan tev li bûne.
Di heman demê de hat ragihandin ku li ser rêya di navbera bajarokê Bajêrgehê û navenda Geverê de jî xebatên lêgerîna mayinan tên kirin.