Li Hezexê li dijî xespkirina îradeyê rê hate girtin
- Rojane
- |
- 10 Mijdar 2024 08:38
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên navçeya Hezexê tayînkirina qeyûman bi çalakiya rêgirtinê protesto kirin.
Komeke ciwanan li Taxa Turgut Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê tayînkirina qeyûman protesto kirin. Ciwanên li ser Cadeya Adîle Naşîtê hatin gel hev, agir vêxistin û bi konteyniran rê li trafîkê girtin.
Li ser v ê yekê wesayîtên bizirx li herêmê hatin veguhestin û çalakiya ciwanan li kolanan berdewam kir.