Operasyona li Bagokê didome
- Rojane
- |
- 7 Mijdar 2024 15:47
- |
MÊRDÎN - Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Bagokê hatiye destpêkirin li gelek herêman belav bû û hêj didome.
Operasyona leşkerî ya li çolterê Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de herêmên Mesîlka, Çalê Kevir, Mahlo, Himyê Xezin, Mahsere Simaqa, Benderke Çiyaye Bagokê û Marineyê hatine dorpêçkirin.