Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
- Rojane
- |
- 6 Mijdar 2024 15:35
- |
MÊRDÎN - Li çolterê Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbînê liv û tevgera leşkerî heye.
Li çolterê Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê liv û tevgera leşkerî heye. Hat zanîn ku liv û tevger li çolterê gundên Mahsere, Simaka Kevir û Mahloyê didome.
Hat zanîn ku 3 şivanên li herêmê pezê xwe diçêrand hatin binçavkirin û piştî desteserkirina çekên wan hatin berdan.