Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
- Rojane
- |
- 6 Mijdar 2024 08:10
- |
MÊRDÎN - Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin tevî hewayê sar jî domiya.
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin berdewam e. Welatiyan, li pêşiya şaredariyê agir hil kirin û nobet girtin. Welatiyên ku guh nedan hewayê sar, li dora agirê hil kirin stran gotin û dirûşm berz kirin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate berzkirin.