Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
- Rojane
- |
- 6 Mijdar 2024 07:57
- |
MÊRDÎN - Ciwanan li navçeya Qoserê tevahiya şevê li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên DEM Partiyê bi fişekên hewayî protesto kirin.
Nerazîbûn û berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê berdewam dike. Duh tevahiya şevê ciwanan li navçeya Qoserê li dijî qeyûman çalakiyan li dar xistin. Ciwanan bi teqandina fişekên heway^i qeyûman protesto kirin. Ciwanan li kolanan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya gel dan.