Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
- Rojane
- |
- 5 Mijdar 2024 13:54
- |
AMED - Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan a walîtiya Amedê doz vekir.
Baroya Amedê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku ji bo betalkirina biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan a walîtiya Amedê ku ji bo 3 rojan ragihandibû, li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê doz vekiriye.