Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin

Parve bike:
BEDLÎS - Serokê Bariya Bedlîsê yê berê Fuat Ozgul di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. 
 
Serê sibehê polîsan bi ser mala Serokê Baroya Bedlîsê yê berê Fuat Ozgul de girtin û ew kirin binçavan. Ozgul bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û wî birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê.
 
Hat zanîn ku biryara veşarî li ser dosyeya Ozgul heye.