Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
- Rojane
- |
- 4 Mijdar 2024 20:32
- |
MÊRSÎN - Li Mêrsînê 6 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.
Li navçeyên Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîr ên Mêrsînê di 1’ê Mijdarê de di serdegirtinên malan de Ervan Azad, Cengîz Soner, Enes Akkoyun, Mehmet Şefîk Bugdayci, Cengîz Budak û kesekî navê wî nehat hînbûn, hatin binçavkirin.
Kesên ku hat hînbûn ji ber parvekirinên xwe yên medyaya dijîtal hatine binçavkirin, piştî kar û barên wan li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê bi dawî bûn sewqî Edliyaya Mêrsînê hatin kirin. Piştî wergirtina îfadeyên wan 6 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin.
6 kesên ku kar û barên wan hatin temamkirin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.