Piştî desteserkirina îradeyê li meqamê şaredariyê wêne kişand
- Rojane
- |
- 31 Cotmeh 2024 11:57
- |
NAVENDA NÛÇEYÊ - Qeyûmê Şaredariya Esenyûrtê Can Aksoy, li meqamê şaredariyê wêne kişand.
Şaredarê Esenyûrdê Ahmet Ozer, duh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Wezîrê Karên Hundir Ozer ji peywîrê girt û şûna wî Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm tayîn kir.
Aksoy, bi lez û bez hate meqamê şaredariyê û li ser kursiya şaredar wêne kişand. Wêneyê Aksoy li ser hesaba medyaya dîjîtal a şaredariyê hate parvekirin.