Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
- Rojane
- |
- 30 Cotmeh 2024 14:07
- |
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê qamyon û motosîklet li hev ketin û kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li xaçerêya Tokiyên Dîrsekliyê yên navçeya Cizîr a Şirnexê qamyon û motosîklet li hev ketin û qeza çêbû. Tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ajokarê motosîkletê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.