Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 30 Cotmeh 2024 10:48
- |
ŞIRNEX - Li Şirnexê vê sibehê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin.
Vê sibehê li navenda Şirnexê û li bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê polîs û leşkeran bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Muhammed Kilinç, Bahar Îşlek û Diyar Guler hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Sedema binçavkiriya welatiyan nehat zanîn.