Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
- Jin
- |
- 27 Cotmeh 2024 11:21
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê dê têkildarî guherandina “Qanûna Statûya Şexsî” cara dawî bicive.
Parlamentoya Iraqê dê îro ji bo 6 pêşniyarqanûnan bicive. Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku yek ji wan pêşniyarqanûnan jî “Qanûna Statûya Şexsî” ye. Parlamento dê îro cara sêyemîn û dawî li ser vê qanûna behsa xeberê bicive.
Li gorî çavdêr û çalakvanên mafên jinan, heke ev pêşniyarqanûne were qebûlkirin dê Iraqê di mijara mafên jinan de bi dehan salan paşve bixe.