Li Sakaryayê 2 karker mirin
- Rojane
- |
- 25 Cotmeh 2024 20:54
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Serdivan a Sakaryayê li înşaetekê asansor bi ser du karkeran de ket û karkeran jiyana xwe ji dets da.
Li taxa Yazlik Koprubaşi ya navçeya Serdivan a Sakaryayê li înşaeta asansor bi ser du karkeran de ket û jiyana xwe ji dest da. Karkerên bi navê Mahsun Ş. (30) û Metîn B. (64) di bin asansorê de man û mirin. Tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Cenazeyên karkeran hatin derxistin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sakaryayê.