Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
- Rojane
- |
- 25 Cotmeh 2024 13:43
- |
MÊRDÎN - Leşkeran Metîn Gunay ê li navçeya Stewrê di serdegirtina malê de hate binçavkirin, birin herêma operasyonê.
Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser mala Mehmet Huseyîn Gunay a li gundê Barman a navçeya Stewrê ya Mêrdînê de girtin. Leşkerên ku bi awayekî fiîlî ketin û derketina gund qedexe kirin, di dema serdegirtina malê de lawê Gunay, Metîn Gunay binçav kirin.
Gunay ê hate binçavkirin, leşkeran ew birin herêma operasyonê. Têkildarî aqûbeta Gunay tu agahî nehatin bidestxistin û hate ragihandin ku dorpêça li gund berdewam dike.
Li gundên Barman û Elfan di 25’ê cotmehê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Leşkeran di serdegirtinên malan de 4 kes binçavkiribûn. Qedexeya derketina derve di heman rojê de hatibû bidawîkirin.