Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
- Rojane
- |
- 25 Cotmeh 2024 07:51
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê hate kirin.
Duh bi şev hin kes an kesan êrişî Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Enqereyê kirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişî ev daxuyanî da: “Nîvê şevê êrişî Navenda me ya Giştî ya DEM Partiyê ya li Balgat a yek ji semtên herî qelebalix ên Enqereyê ye û navenda gelek partiyên siyasî lê ye hate kirin. Weke ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û cam hatine şikandin, hewl dane ku tabelaya me daxînin. Em bi bîr bînin ku ev feraseta reben a dixwaze provokasyonan bike, nikare me bitirsîne û rawestîne. Em bang li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dikin ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire û êrişkaran tespît bike.”