Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
- Jin
- |
- 24 Cotmeh 2024 12:53
- |
AMED - Abdûllah Şehmûsoglû yê li Amedê piştî Evîn Demîrtaş qetil kir reviya, 3 roj in nehatiye girtin.
Evîn Demîrtaş di 22’yê cotmehê de li Taxa Hûzûrevlerî ya girêdayî navçeya Peyas a Amedê ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ku Demîrtaşê dest jê berdabû ve bi çekê hate qetilkirin. Şehmûsoglû, Demîrtaş şopand û di nava kolanê de qetil kir. Faîl Şehmûsoglû yê piştî cînayetê reviya, 3 roj in nehatiye girtin.