Demîrtaş dê beriya serdanê metna bangê bide Ozel
- Rojane
- |
- 20 Cotmeh 2024 19:41
- |
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dê metna bangê bide Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku wê sibê biçe serdana wî.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel dê sibê serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin bike.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dê parêzerê Demîrtaş beriya serdanê pirtûka “Arafta Duet” a îmzekirî û metneke bangê bide Ozel ê saet di 11.00’an de serdana Demîrtaş û Mizraki bike. Metna bangê dê bibe mijara bingehîn a hevdîtina Demîrtaş û Ozel.
Têkildarî naveroka metnê tu agahî nehatin bidestxistin. Tê payîn ku metna Demîrtaş dê sibê bê aşkerekirin.