Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku zarokek a 15 salî li Kerboranê ji mala yek qat kete xwarê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat îdiakirin ku zaroka bi navê Aysel Koçak (15) duh bi şev ji maleke yekqat a li gundê Xelîla yê navçeya Kerboran a Mêrdînê kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Koçak a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Koçak piştî karûbarên otopsiyê radestî malbata wê hate kirin û li gundê Xelîlayê hate definkirin.