PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Hat diyarkirin ku PDK li Soranê bi kesên ji bakurê Kurdistanê anî deng dide avêtin. 
 
Hilbijartinên serdema şeşemîn a Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê îro saetên serê sibehê de dest pê kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê ku wêneyên wê parve kir; PDK’ê hemwelatiyên Tirkiyeyê aniye herêmê û bi wan deng dide avêtin. Gelek kesên xwedî pasaporta Tirkiyeyê ji bo deng bidin anî Soran a girêdayî Hewlêrê. 
 
Beriya niha jî hatibû ragihandin ku PDK’ê hezar û 500 hilbijêrên sexte anîbû herêmê da ku deng bidin wê.