Koçberiyê ji Lubnanê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome
- Cîhan
- |
- 17 Cotmeh 2024 10:52
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran kesan ji Lubnanê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hejmara kesên gihiştin herêmê derket 19 hezar û 754 kesan.
Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî kesên ji Lubananê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin daxuyanî da. Rêveberiya Xweser da zanîn ku heta niha bi giştî 19 hezar û 754 kesan koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.