Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin
- Rojane
- |
- 15 Cotmeh 2024 15:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Merîwanê îşkence li 5 kolberan hatiye kirin û rewşa yekî giran e.
Hêzên rejîma Îranê di 13’ê cotmehê de li bajarê Merîwanê 5 kolber binçavkirin û îşkence li wan kirin. Hate diyarkirin ku rewşa yek ji kolberan giran e. Hate ragihandin ku kolber birine nexweşxaneya li Merîwanê.