Li Gundikê Melê navê ‘Narînê’ li parkekê hate kirin
- Rojane
- |
- 15 Cotmeh 2024 09:15
- |
ŞIRNEX - Şaredariya Bajarokê Gundikê Melê navê Narîn Guran a hate qetilkirin li parkekê kir.
Şaredariya Bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, navê Narîn Guran a 8 salî ku li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin li parkekê kir. Li parka ku navenda bajarok e bi biryara Meclisa Şaredariyê navê “Narînê” lê hate kirin.
Hevşaredarê Bajarokî Ferîh Artûç têkildarî mijarê wiha got: “Ji bo ku em bîranîna Narînê zindî bihêlin û bêgunehiya wê nedin ji bîr kirin me biryar da ku navê parka li bajarokê me bikin Narîn. Em ê heta dawiyê bibin dengê Narînê û hemû canên bêguneh ên jiyana xwe ji dest dane.”