Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
- Rojane
- |
- 13 Cotmeh 2024 20:27
- |
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, Herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar di nav de 7 herêm weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” îlan kir û ketin û derketina wan qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê, herêmên Besta Cûdî, Gabar, Besta, Kato, Feraşîn, Dûlê û Kela Memê di nav de gelek herêmên girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Silopiya, Cizîr, Basa, Qileban û Elkê ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” îlan kir û ketin û derketina wan qedexe kir.