Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 11 Cotmeh 2024 08:55
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 21 kes birîndar bûn.
Li gundê Cumhuriyetê yê navçeya Çayê ya Afyonê otobûseke rêwiyan wergeriya û 21 kes birîndar bûn. Li cihê qezayê komên tenduristiyê, AFAD, agirkujî û cendirmeyan hatin sewqkirin.
Welatiyên di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li bajar.