Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
- Rojane
- |
- 10 Cotmeh 2024 08:52
- |
ÎDIR – Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê de girtin.
Îro di danê sibehê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê de girtin. Polîsên tîmên taybet tevahiya kolan û cadeyên derdikevin avahiya partiyê girtin. Sedema serdegirtinê nehate zanîn. Hat zanîn ku lêgerîna li avahiya partiyê didome.