Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
- Rojane
- |
- 5 Cotmeh 2024 16:28
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan malbatên ji Lubnanê hatine, li kampa Serêkaniyê hatin bicihkirin.
Di çend rojên dawî de 16 malbatên ji Lubnanê reviyane û bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ne, di kampa Serêkaniyê de hatin bicihkirin.
Hevseroka kampê Selwa Ehmed bi telefonê Ji ANHA’yê re wiha got: “Ji bo pêşwazîkirina malbatên ji Lubnanê direvin, me kamp hinekî fireh kir. 16 malbatên di dibistanên Hesekê de bûn, li kampê hatin bicihkirin, kon û alîkarî li wan hate belavkirin.”