Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin

Parve bike:
AMED - Zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel a li navçeya Xana Axpar winda bûbû hate dîtin. 
 
Zaroka bi navê Heval Aytan Oztemel (12) a duh li gundê Xankajêr ê girêdayî navçeya Xana Axpar a Amedê winda bûbû û malbata wê agahî jê nedigirt hate dîtin. Ji malbatê re hate ragihandin ku Oztemel li Wargeha Xizmetên Civakî û Malbatê ya Amedê ye.