PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê

Parve bike:
AMED - PFDK’ê 84 hezar TL cezayê pereyan da Amedsporê. 
 
Amedspor ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, di hefteya 6’emîn a lîgê de li sehaya xwe bi Bolusporê re lîst. Maç, 1-1 bi dawî bû. Lijneya Disiplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) bi hinceta bûyerên alîgiran di dema maçê de û piştî maçê derxistin, cezayê pereyan da Amesporê. 
 
PFDK’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku ji ber bûyerên alîgir bûne sebeb, 84 hezar TL cezayê pereyan dane Amedsporê.