Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 25 Îlon 2024 11:11
- |
WAN - Pevçûnên li qadên Katoya Xelîlan, Tirba Heset, Kelya Hê û Piling Axayê yên di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û Berwarî ya Sêrtê de dijwar bûn. Li gorî agahiyan, di pevçûnan de kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Pevçûnên li qadên Katoya Xelîlan, Tirba Heset, Kelya Hê û Piling Axayê yên di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Berwarî ya Sêrtê de dijwar bûn. Piştî herêmên behsa xeberê weke “Herêma ewlehiyê ya taybet” hatin ragihandin, operasyon hatibû destpêkirin. Hat ragihandin ku şevê din bi hezaran leşker û cerdevan li van qadan hatine sewqkirin û pevçûn bi taybet jî li herêmên Kelya Hê û Piling Axa dijwar bûne.
Li gorî agahiyan, di pevçûnan de kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Walîtiya Wanê îro di danê sibehê de daxuyaniyek da û gelek herêm weke “Herêma ewlehiyê ya taybet” ragihand.