Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
- Rojane
- |
- 25 Îlon 2024 08:33
- |
WAN - Li çoltera navçeya Şaxê li "herêma ewlehiya taybet" operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Walîtiya Wanê daxuyand ku gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê wek "herêma ewlehiya taybet a demkî" hatiye ragihandin. Hat zanîn ku wê ev deverên wek "herêma ewlehiya taybet" hatine ragihandin dê heta 9'ê cotmehê ji çûnehatê re qedexekirî bin. Hat zanîn ku piştî qedexekirina çûna û derketina ji van deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin.