Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
- Rojane
- |
- 24 Îlon 2024 16:34
- |
AMED - Ji ber sedema şewata li Xana Axpar û Şemrexê di 20’ê hezîranê de derketiye nehat diyarkirin, şandeya pisporan a ji 9 kesan pêk tê, hate avakirin.
Şandeya ji 7 kesan pêk tê a Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar peywirdar kiriye, sedema şewata li Xana Axpar û Şemrexê di 20’ê hezîranê de derketiye û 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, tespît nekir. Serdozgeriya Komarê ya Xana Axpar ji bo şandeyekî nû were amadekirin nivîsa fermanê nivîsand.
Di nivîsa fermana peywirdarkirina 9 pisporan de hat xwestin ku rapora derbarê sedema şewatê ji dosyeyê re were şandin. Herwiha hat xwestin ku 5 klasorên agahiyên derbarê şewatê de jî teslîmî şandeyê werin kirin.
MA/ Rûkiye Adiguzel