Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
- Rojane
- |
- 24 Îlon 2024 10:18
- |
AMED - Rêxistinên sivîl ên civakî dê li Amedê serdegirtina MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê protesto bikin.
Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî dike û avahiya Payîza Pirtûkê de girtin. Rêxistin û saziyên sivîl ên civakî dê têkildarî serdegirtinan saet di 12.00’an de li ber MED-DER’ê daxuyaniyê bidin.
Di daxuyaniya ku parlamenter û partiyên siyasî tev li bibin de operasyonên zextê û binçavkirin dê bên şermezarkirin.