Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin

Parve bike:

AMED - Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê ku xebatên zimanê kurdî dike û bi ser avahiya Payîz Pirtûkê ve girtin. 

Polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Hat zanîn ku gelek xebatkarên MED-DER'ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome. 
 
Ji sala 2017'an vir ve MED-DER li Amedê dersên zimanê kurdî dide.