Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir

Parve bike:
AMED - Li Amedê baraneke zêde û gijlok bariyan û bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê bajar kir. 
 
Bi ketina pileya germahiyê re li Amedê baraneke zêde û gijlok bariyan. Barana ku piştî nîvro bariya, trafîk serûbin kir. Li gelek cihan gerên avê çêbûn û welatiyan di hatin û çûnê de zehmetî kişandin. 
 
Şaredariyan ji bo valakirina gerên avê xebat dan destpêkirin.