Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
- Rojane
- |
- 21 Îlon 2024 19:11
- |
ENQERE- Emîne Şenyaşar di 31'emîn roja nobeda edaletê ya li ber Meclisê de bi dowîza li ser "Edalet" nivîsandî doza edaletê kir.
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 31'emîn de li Meclisê berdewam kir.
Şenyaşarê bi dowîza li ser "Edalet" nivîsandî doza berdana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê girtî kir.