Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 21 Îlon 2024 16:17
- |
ŞIRNEX - Li Şirnexê birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da. 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li gundê Kaymakam Çeşme yê Şirnexê birûskê li welatiyên ku di saetên serê sibê ji bo sewalan çûn giya kom bikin da. Piştî lêdana birûskê tîmên ÛMKE û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Welatiyên bi navê Ramazan A. Selîm A. Lale E., Leyla E. û Emîn B. yên birûskê lê da, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hate zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.