Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
- Rojane
- |
- 19 Îlon 2024 09:55
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk şevê din gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeştê yên herêma Qendîlê bomberan kirin.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Balafirên şer ên dewleta tirk şevê din gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeştê yên herêma Binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Hevşaredara Binarê Qendîlê Serwîn Celal têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî û got ku ji ber bombebaranê ziyan gihiştiye derdorê û ji ber liv û tevgera hewayî nekarîne xisara heyî tam tespît bikin.