Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora texmînkirina hewayî ya Meteorolojiyê dê li 6 herêman barîneke zêde bibare. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî eşkere kir. Li gorî meteorolojiyê, piraniya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biewr be û li bakurê rojhilatê Marmarayê, devera Toroslaran a Behra Spî, Behra Reş, Serhed û bakur û rojhilatê wê, qeraxên Kirklareliyê, Enqere, Eskîşehîr, Çankiri, Aksaray, Nîgde, Kutahya, Osmaniye, Edene û Hatay û derdoran wan dê barîneke zêde bibare. 
 
Hat ragihandin ku dê pileya germahiyê zêde neguhere û weke rewşa asayî ya demsalê bin.