Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
- Rojane
- |
- 16 Îlon 2024 16:44
- |
AMED - Li çoltera Licê ya operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin dengê çekan bilind dibe.
Li gundê Pêçar ê navçeya Licê ya Amedê duh bi şev bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan operasyon hate destpêkirin. Hate zanîn ku piştî operasyonê tevahiya rojê herêmên Lîs, Çemê Sarûmê, Zikte û Şehîd Remzî bi helikopter û balafiran tê bombebarankirin.
Hate zanîn ku li herêmê hêj dengê çekan berdewam dike.