Li Antalyayê karkerek mir
- Rojane
- |
- 15 Îlon 2024 17:26
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Ahmet Çekener ê li Antalyayê ji qata şeşan a înşeatê de ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Aksu Altintaş a Antalyayê karkerê bi navê Ahmet Çekener (22) ku ji qata şeşan a îskeleya înşeatê de ket xwarê, jiyana xwe ji dest da. Karkerên hevalên wî agahî dan tîmên 112’an. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê û tenduristvanan diyar kir ku Çekener jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Çekener ji bo karûbarên otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî.