Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
- Rojane
- |
- 12 Îlon 2024 09:16
- |
ŞIRNEX - Karsazê tekstîlê Îsmaîl Demîr ê ku ji 24'ê nîsanê ve agahî jê nedihatin girtin, mirî hate dîtin.
Karsazê bi navê Îsmaîl Demîr ê ji navçeya Midyat a Mêrdînê di 24’ê nîsanê de winda bû û nêzî 5 meh in tu agahî jê nedihatin girtin. Cenazeyê Demîr, li gundê Xavarik ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê di bîreke avê de hate dîtin.
Piştî agahdarkirina welatiyên derdorê, komên tenduristiyê û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Cenazeyê Demîr hate derxistin û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.