Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe
- Cîhan
- |
- 11 Îlon 2024 15:23
- |
NAVENDA NÛÇEYN - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal el-Mikdad diyar kir ku divê Tirkiye ji xaka Iraqê û Sûriyeyê ku dagir kiriye vekişe.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal el-Mikdad têkildarî têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê ji Russia Todayê re axivî. Faysal el-Mikdad wiha got: “Heke Tirkiye dixwaze bi Sûriyeyê re hevkariyê bike û têkilî veguherin asayîbûnê, pêwîste pêşî ji axa bakurê Sûriyeyê û Iraqê cihên ku dagir kiriye, vekişe.”