Dewleta tirk stasyona avê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
- Rojane
- |
- 11 Îlon 2024 13:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li Eyn Îsayê stasyona ava vexwarinê bombebaran kir.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, stasyona ava vexwarinê ya li gundê Hîşe yê li rojhilatê Eyn Îsayê bombebaran kirin. Di êrişê de xesarên madî çêbûn.