Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
- Rojane
- |
- 5 Îlon 2024 15:38
- |
STENBOL - Danişîna doza ku rojnamevan Osman Akin û Veysî Sarisozen bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” tên darizandin hate taloqkirin.
Danişîna 17’emîn a doza ku rojnamevan Osman Akin û Veysî Sarisozen bi îdiaya “rêze propagandaya rêxistinê” tên darizandin li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Parêzeran û kesên tên darizandin hincet nîşandan û tev li danişînê nebûn.
Şandeya dadgehê biryar da ku li benda înfaza fermana girtinê ya derbarê Sarisozen de hatiye dayîn bê mayîn û danişîn taloqî 4’ê adara 2025’an kir.