ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
- Aborî-Ked
- |
- 3 Îlon 2024 09:52
- |
ENQERE - ENAG’ê daneyên enflasyonê yên mehane parve kir. Li gorî daneyên ENAG’ê; enflasyon di tebaxê de ji sedî 3,47 zêde bû û di 12 mehan de jî ji sedî 90,35 zêde bû.
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji hêla komeke akademîsyen û aborînasên serbixwe ve hatiye avakirin, encamên lêkolîna enflasyonê ya meha tebaxê parve kir. Li gorî daneyên ENAG’ê; enflasyon di meha tebaxê de ji sedî 3,47 zêde bû. ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya 12 mehan jî weke ji sedî 90,35 eşkere kir.