Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
- Ekolojî
- |
- 2 Îlon 2024 12:11
- |
ŞIRNEX - Şewata sê roj berê li Çiyayê Gabarê derketibû hate vemirandin.
Sê roj berê li girên Guneş û Ziyaretê yên Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ku birîna daran û talana ekolojîk lê didome, şewat derketibû. Şewat, piştî sê rojan hate vemirandin. Ji ber şewatê bi sedan darên li herêmê şewitîn.
Qirkirina daran a bi destê cerdevanan a li herêma behsa xeberê didome.