Hinek herêmên Pîranê hatin qedexekirin
- Rojane
- |
- 1 Îlon 2024 14:58
- |
AMED - Walîtiya Amedê herêmên Kurşunluduzu û Çiyayê Goreseyê yên navçeya Pîranê weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand.
Walîtiya Amedê herêma Kurşunluduzu û Çiyayê Goreseyê yên li ser sînorên gundên Hêredo, Pîrajma û Şîmgirika Jorîn ên navçeya Pîran a Amedê weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. Ketina herêmên navborî ji bo 15 rojan (3-17’ê îlonê) hate qedexekirin.