Makbule Ozer a 82 salî tehliye bû
- Rojane
- |
- 31 Tebax 2024 10:05
- |
WAN - Girtiya nexweş Makbule Ozer piştî ku 254 roj girtî ma, cezayê xwe qedand û tehliye bû.
Makbûle Ozer a 82 salî ku li navçeya Artemêtanê ya Wanê dijî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” di 9’ê gulana 2022’yan de hat girtin û di 7’ê îlona 2022’yan de hat berdan. Ozer piştî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” a Saziya Tiba Edlî carek din di 22’yê adara 2024’an de hat girtin.
Ozer li girtîgehê nexweş bû û tevî vê yekê jî 254 roj di girtîgehê de ma. Ozer cezayê xwe qedand û tehliye bû.